Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇI KARÊ EMÊ BISTÎNIN JI XWENDINA KITÊBA PÎROZ?

Çima Gerekê Kitêba Pîroz Bixûnin?

Çima Gerekê Kitêba Pîroz Bixûnin?

“Min tirê çetin e Kitêba Pîroz fem bikim” (Covî).

“Ez difikirîm ku xwendina vê kitêbê nehewas e” (Kwênê).

“Çaxê min dît, wekî Kitêba Pîroz çiqas qalim e, xwestina min unda bû ev bixûnim” (Hezeqêl).

Dibeke te jî dixwest destpêkî Kitêba Pîroz bixûnî, lê ji bo fikirên usa te xwe ji vê yekê dûr digirt. Gelek meriv ça bêjî ditirsin Kitêba Pîroz bixûnin. Lê yên din pêhesiyan wekî Kitêba Pîroz alî wan dike bi jîyîneke bextewar bijîn. Ewana usa jî pêhesiyan ku heye mêtodeke usa ya ku dikare xwendina Kitêba Pîroz hewas ke. Lê teyê bixwesta Kitêba Pîroz bixwenda seva ku pêbihesî, hela ev çi dibêje?

Werên em xeber din derheqa wan meriya yên ku têderxistine, wekî xwendina Kitêba Pîroz bi rastî jî karê tîne.

Hezeqêl yê ku weke 20 salî ye, dibêje: “Berê ez mîna wî merivî bûm, yê ku bê nêt avtê dajo û nizane here kîderê. Lê çaxê min destpêkir Kitêba Pîroz bixûnim evê yekê alî min kir nêta jîyînê bivînim. Vê kitêbêda şîretên kêrhatî hene, kîjan ku ez dikarim her roj bidime xebatê”.

Frêda, yê ku 20 salî zêdetir e, dibêje: “Min timê bi krîtîkî ser hemû tiştî dinihêrî. Lê çaxê min destpêkir Kitêba Pîroz bixûnim, ez hîn bûm xwe bigirim. Paşê îda meriyara hêsa bû tevî min hevaltiyê bikin û niha îda gelek hevalên min hene”.

Kulfeta bi navê Yûnes ku 50 salî zêdetir e, derheqa Kitêba Pîroz tiştê usa dibêje: “Ev kitêb alî min kir bibime merivekî daha baş û xeysetê xweye nebaş biguhêzim”.

Anegorî wan xwendevana, bi mîlyona merivên din jî têderxistin ku xwendina Kitêba Pîroz dikare alîkariyê bide, seva ku jîyîna xwe bextewar kin (Îşaya 48:17, 18). Xêncî wê yekê ew dikare alî te bike (1) safîkirinên baş bikî, (2) hevalên baş bivînî, (3) nekevî bin strêsê, û (4) ya lape baş ew e, ku tu rastî derheqa Xwedê pêbihesî. Şîretên Kitêba Pîroz ji Xwedê ne, lema jî hergê tu xwe li wan bigirî, tuyê tu car şaş nebî. Çimkî Xwedê tu car şîretên xirab nade.

Lê gava pêşin ew e, ku gerekê destpêkî evê kitêbê bixûnî. Lê çi wê alî te bike ku xwendina Kitêba Pîroz tera hêsa û hewas be?