Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

Ez dilbirîndar bûm û bûme zulm

Ez dilbirîndar bûm û bûme zulm
  • SALA BÛYÎNÊ: 1974

  • WELAT: MEKSÎKA

  • BERÊ: YEKÎ ZULM Û QAÇAX

JÎYÎNA MINE BERÊ:

Ez li bajarê Mantê hatime bûyînê. Ev herêmeke bedew e di komara Tamûlîpasda (Meksîka). Bineliyên vî bajarî, merivne qenc û merd in. Lê yazix, ji bo komên qaçaxa ku wêderê hene, ev cî gelek xof bûye.

Em çar bira bûn û ez yê duda bûm. Dê-bavê min ez Dêra Katolîkîda nixumandin. Wede şûnda vê dêrêda ez korda distiriyam. Min dixwest dilê Xwedê şa kira, çimkî ez ji dîwana Xwedê gelek ditirsiyam, ku heta-hetayê di cenimêda bême şewitandinê.

Çaxê ez pênc salî bûm, bavê min em hîştin. Ji bo vê yekê ez pir dilteng bûm. Min fem nedikir, çima ewî em hîştin. Ne me ew gelek hiz dikir. Diya min gelek siheta dixebitî, seva ku me xwey ke.

Carna ez nediçûm mektebê, lê tevî cahilên din destpêkir hevaltiyê bikim. Ewana ez hîn kirim, bidime çêra, cixarê bikişînim, diziyê bikim, û bi kulma şera bikim. Ji bo wê yekê ku min hiz dikir xwe ser meriyara bilind bigirim, ez hîn bûm bi cûre-cûre şer bikim û çek bidime xebatê. Ez bûme xortekî zulm. Gelek cara bi çek ez diketime hucetê. Û çend cara ez ji bo vê yekê pêda xûnêda dimam û hindik mabû bimirama. Vî halîda min nîvkuştî davîtne kûça. Dilê diya min çiqas diêşiya, çaxê ewê ez vî halîda didîtim. Ewê min hildikişande ser niga û leze-lez dibirim nexweşxanê!

Çaxê ez 16 salî bûm, hevalekî min Corc, kîjana ku min ji biçûktayê nas dikir, hatibû mala me. Ewî gote me ku ew Şedê Yehowa ye û dixwest elametiya ferz mera bigota. Ewî destpêkir derheqa baweriya xwe mera xeber de, û Kitêba Pîroz jî bide xebatê. Min tu car Kitêba Pîroz nexwandibû û gelek hizret bûm derheqa navê Xwedê û qirara wî pêbihesim. Corc mera got ku wê alî me bike Kitêba Pîroz hê rind fem kin. Û em qayîl bûn.

KITÊBA PÎROZ ÇA JÎYÎNA MIN GUHAST:

Ez gelek şa bûm çaxê pêhesiyam ku hînkirin derheqa cenimê, ne li ser hîmê Kitêba Pîroz e (Zebûr 146:4; Waîz 9:5). Çaxê ez derheqa vê yekê pêhesiyam, hingêva ez neditirsiyam ku Xwedê, wê min bavêje cenimê. Dewsê min didît ku ew ça Bav, me hiz dike û qenciya me dixwaze.

Çaxê min berdewam dikir Kitêba Pîroz hîn bim, min fem kir ku gerekê xeysetê xwe biguhêzim. Minra lazim bû milûktiyê nav xweda pêşda bînim û zulmiyê nekim. Vê yekêda gelek alî min kir şîreta ji 1 Korintî 15:33, kîderê ku tê gotinê wekî hevaltiya xirab “merivê xweyîpergal xirab dike”. Min fem kir ku hergê ez dixwazim bême guhastinê, ez gerekê ji hevaltiya xirab xwe dûr bigirim, çimkî ewana ser min xirab hukum dikin. Lema jî min hevalên xweye berê hîşt û min destpêkir tevî Mesîhiyên rast hevaltiyê bikim. Çimkî hergê çetinayên wan jî hebe, ewana ne ku bi şer-dewa evan çetinaya safî dikin, lê prînsîpên Kitêba Pîroz didine xebatê.

Dîsa gilî-gotineke ji Nivîsarên Pîroz gelek li ser min hukum kir. Ev di Romayî 12:17-19-da nivîsar e: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî nekin. . . . Çiqas ji dest we tê, tevî hemû meriva edilayiyêda bin. Heyfê hilnedin . . . çimkî nivîsar e: “‘Heyfhildan destê min e, ezê heyfê hilînim, Xudan dibêje’”. Min fem kir ku Yehowa wededa neheqiyê bide hildanê. Hêdî-hêdî min xeysetê xweyî zulm terikand.

Ezê tu car bîr nekim çi hate serê min, çaxê êvarekê ez vedigeriyam mal. Komeke cahila, yê ku berê koma qaçaxiyêda bûn, hucûmî ser min kirin. Mezinê wan pişta min xist û kire qûjînî: “De xwe xilaz ke!” Hingê min kin Yehowara dua kir û xwest ku alî min bike teyax kim. Rast e min gelek xwest caba wan bidim û wana xim, lê ez ji wana revîm. Rojeke din nişkêva ez rastî vî mezinê koma qaçaxa hatim. Hêrsa min rabû û min xwest caba wî bidim, lê dîsa jî min lavaya Yehowa kir ku alî min bike xwe bigirim. Ez gelek ecêbmayî mam, çaxê ew gede nêzîkî min bû û got: “Bibaxşîne seva qewimandina du. Bi rastî bêjim, ez dixwazim mîna te bim. Ez jî dixwazim Kitêba Pîroz hîn bim”. Ez çiqas şa bûm, ku pêşda min karibû hêrsa xwe daxim! Û paşê çaxê Şedên Yehowa dihatine cem min ku min hîn kin, ev gede jî dihate ser hînbûnê.

Yazix, lê temamiya malbeta min wî çaxî berdewam nekirin Kitêba Pîroz hîn bin. Lê min seva xwe safî kiribû ku çi jî hebe, berdewam kim hîn bim û îznê nedime tu kesî û tu tiştî ku min vegerînin şixulê mine berê. Min zanibû ku hergê ez hergav tevî cimeta Xwedê bim, ev yek wê birînên dilê min qenc ke û ewana wê bona min bibin ça malbet. Ez ruhanîda pêşda diçûm û sala 1991-da ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa.

ÇI KAR MIN STAND:

Ez dilbirîndar bûm û bûme zulm. Lê Xebera Xwedê pêda jîyîna min guhast. Niha ez hemûyara gilî dikim derheqa mizgîniya ji Kitêba Pîroz, ya ku edilayê tîne. Ez gelek dilşa me ku nava 23 salada ez ça pêşengê hertim xizmet dikim.

Min usa jî bi rezedilî alîkarî dida avakirina ofîsa Şedên Yehowa di Meksîkayêda. Hema wê derê jî ez rastî Klaûdiya hatim. Ew Şedê Yehowa ye û kulfeteke serxwe. Di sala 1999-da me hev stand. Ez çiqas Yehowara razî me, ku bi jineke usa amin ez kerem kirin!

Me tevay di civata Meksîkî ya Ker-Lalada xizmet dikir, û alî wan meriya dikirin derheqa Yehowa Xwedê pêbihesin. Hine wede şûnda me derbazî welatê Bêlîzê kirin, seva ku wê derê alî meriya bikin Kitêba Pîroz hîn bin û fem bikin. Vira em usa dijîn ku cem me tenê hebe ew tişt çida em hewce ne û ji wî zêdetir em qezanc nakin. Û em bextewar in. Emê jîyîna xweye usa li ser tu tiştî neguhêzin.

Wede şûnda diya min dîsa destpêkir Kitêba Pîroz hîn be û hate nixumandinê. Birê minî mezin tevî jin zarên xwe niha Şedên Yehowa ne. Usa jî hine ji hevalên mine berê, kîjanîra ku min mizgîniya Padşatiyê elam kir, niha Yehowara xizmet dikin.

Sed heyf, lê hine ji neferên mala min mirin, çimkî jîyîna xweye zulm neguhastin. Hergê min jî jîyîna xwe neguhasta, dibeke axiriya min jî mîna ya wan bûya. Ez gelek spasdar im Yehowara, ku ewî ez nêzîkî xwe kirim. Ez usa jî spasdar im xizmetkarên wîra, yên ku bi sebir û qenciyê ez hîn dikirim prînsîpên Kitêba Pîroz jîyîna xweda bidime xebatê.