Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Serî û Rêz: Gelo Kê Kire nav Kitêba Pîrozda?

Serî û Rêz: Gelo Kê Kire nav Kitêba Pîrozda?

BIDINE ber çevê xwe, ku hûn ew Mesîhî ne ku qirna yekêda dijîn. Û civata we ji Pawlosê şandî neme standiye. Wedê xwendina nemê, hûn texmîn dikin ku Pawlosê şandî gelek car di nema xweda daye xebatê xeberên ji “nivîsarêd pîroz”, dêmek nivîsarên Yûnanî (2 Tîmotêyo 3:15). Hûn dibeke bifikiriyana: “Xazila min nivîsarada bidîta ew cî, ji kîderê Pawlos ew rêz hildane”. Lê ew yek wê hêsa nîbûya. Gelo çira?

NE SERÎ HEBÛN NE RÊZ

Dişirmîş bin, hela “nivîsarêd pîroz” yê ku wedê Pawlosda hebûn, çi cûreyî bûn. Yek ji wan nivîsara hûn dikarin ser şikil bivînin, ew heye parek ji nivîsarên Îşaya ji kitêbên Gulometkkirî, ya ji Bera Mirî. Çawa ji şikil tê kifşê, nivîsar bê niqitk, vêrgûl, û nîşanên din bûn. Û ne jî serî û rêz hebûn, kîjana ku îro em didine xebatê.

Nivîskarên Kitêba Pîroz, nivîsarên xwe parevenedikirin ser serî û rêza. Wana ji serî heta xilaziyê ew yek nivîsîn, çi ku Xwedê wanara got, wekî xwendevan jî bikaribin elametiya ji Xwedê bi temamî bistînin, ne ku tenê parên ji wê elametiyê. Ne hûn jî çaxê nemê distînin ji wî merivî kîjanî hiz dikin, bi temamî dixûnin, çimkî hûn dixwazin temamiya elametiyê pêbihesin, ne ku parên ji wê nemê!

Lê ew yek ku serî û rêz tunebûn, çetinayî pêşda dianî. Çaxê Pawlos dixwest parên ji nivîsarên pîroz biwekilîne ewî digot “çawa nivîsar e” yan “çawa Îşaya berî vê yekê got” (Romayî 3:10; 9:29). Wê wera çetin bûya têderxin, ku ew ewan para ji kîjan ciyî dibêje, hergê we “nivîsarêd pîroz” bi temamî rind nizanibûya.

Xêncî wê yekê, ew nema ji Xwedê ne tenê nemek e biçûk bû. Xilaziya qirna yekê D.M., temamiya Kitêba Pîroz ji 66 kitêba hate topkirinê! Lema jî gelek xwendevan şa ne Kitêba Pîroze bi serî û rêza bidine xebatê, çi ku alî wan dike hêsa bivînin elametiya konkrêt, mesele yên usa, ça parên ji nivîsarên Pawlos.

Lê bal we pirs dikare pêşda bê, “dêmek kê serî û rêz kire nav Kitêba Pîrozda?”

KÊ SERÎ KIRE NAV KITÊBA PÎROZ?

Xizmetkarê dêra Înglîstanê, Stêfan Langton, kîjan paşê bû moleyê şeherê Kêntêrbêrî, safî kir Kitêba Pîroz bi seriya pareveke. Ewî ew yek kir destpêka qirna 13-da D.M. çaxê ew dersdar bû di Ûnîvêrsîtêta Parîsê Fransayêda.

Pêşiya emirê Langton, zandara mêtodên cûre-cûre dane xebatê, wekî Kitêba Pîroz parevekin ser serên biçûk yan parên biçûk. Hela bide hesabê xwe, ku wê çiqas hêsa bûya parek bigeriyana di serîkîda, ne ku temamiya kitêbêda, ça mesele kitêba Îşaya kîjan ji 66 seriya ne.

Lê çetinayên din pêşda hatin. Zandara gelek mêtodên cûre-cûre pêşda anîn kîjan ku hev nedigirtin. Mesele, kitêba Marqos hatibû parevekirinê ser weke 50 seriya, ne ku ser 16 seriyên ku îro em didine xebatê. Rojên Langtonda, Ûnîvêrsîtêta Parîsêda stûdêntê ji gelek welatên din hîn dibûn. Wana her kesî Kitêba Pîroz ya welatê xwe tevî xwe anîbûn. Lê çaxê lêktor şêwir dikir derheqa parek ji Kitêba Pîroz, stûdêntara çetin bû ew par Kitêba xweye Pîrozda bidîtana. Çira? Çimkî di kitêbên wanda parên seriya mîna hev nîbûn.

Lema jî Langton bi mêtoda teze parên seriya parevekir. Ew mêtoda wîye teze gelek “xwendevan û nivîskara xweş hat”, û “derbêra temamiya Ewropayê bela bû”. Roja îroyîn Kitêbên Pîroz heçî zef bi mêtoda wî hatine parevekirinê ser seriya.

KÊ RÊZ KIRE NAV KITÊBA PÎROZ?

Weke 300 sal şûnda, orta qirna 16-da, neşirkarê Fransayê zandarê navdar Robêrt Estîên, mêtoda parevekirinê diha hêsa kir. Merema wî ew bû, wekî meriv hê rind Kitêba Pîroz nas kin. Ewî fem kir, ku wê çiqas kar be hergê parevekirina serî û rêza bi mêtodekê bê kirinê.

Ew ne fikirên Estîên bû, wekî parên Kitêba Pîroz pareveke ser rêza. Çimkî merivên din pêşda îda ew yek kiribûn. Mesele çend qirne pêşda Cihûyên ku temamiya Kitêba Pîroze Îbranî dêmek Peymana Kevin kopî dikirin, ew kitêb parevekirin ser rêza ne ku ser seriya. Lê sîstêma yekbûyînê tunebû.

Estîên Nivîsarên Yûnanî, dêmek Peymana Nû, parevekir ser rêzên teze, û tevî Peymana Kevin kire kitêbekê. Sala 1553-da ewî cara pêşin bi temamî Kitêba Pîroz (ser zimanê Fransî) bi seriya û rêza derxist, kîjan ku roja îroyîn didine xebatê. Hine meriv nerazîbûn dane kifşê çimkî wana digot ku ew rêz, nivîsarên Kitêba Pîroz par-parî kirine û lema jî fikir tevîhev bûne. Lê neşirkarên din sîstêma wî pêra-pêra qebûl kirin.

HÊSA YE BIDIN XEBATÊ

Ew yek ku Kitêba Pîroz hatiye parevekirinê ser seriya û rêza, roja îroyîn tê bêjî qe tiştekî mezin nîne. Lê bi rastiyê bi saya wê yekê “adrêsa” her rêzeke Kitêba Pîroz heye, û em dikarin hêsa wan rêza bivînin. Parevekirina seriya û rêza bi rêberiya Xwedê nebûye û lema jî carna fikirên rêza tên birînê, çimkî nerast hatine parevekirinê. Lê yekê ew parevekirin alî me dike fikirên ferz xwera kifş kin, wekî bikaribin merivara nîşan kin û şirovekin. Ew mîna wê yekê ye, mesele çaxê em dokûmêntekêda yan kitêbekêda tişta kifş dikin, kîjan ku em dixwazin bîra me neçe.

Rast e mera hêsa ye ku Kitêba Pîroz bi seriya û rêza parevekirî ye, lê wedê xwendinê em gerekê bîr nekin, wekî bi temamî her tiştî bidine ber çevê xwe, dêmek fem kin Xwedê ji Xebera xwe çi dixwaze mera bêje. Wê hê baş be ku tu kontêkstê bixûnî, ne ku tenê rêza başqe-başqe. Çaxê tu usa bikî, ew yek wê alî te bike hê zêde û zêde hîn bî “nivîsarêd pîroz . . . yêd ku dikarin te serwaxt kin, wekî . . . xilaz bî” (2 Tîmotêyo 3:15).