Derbazî serecemê

Çi Tê Hesabê Bibin “Samerîkî Baş”?

Çi Tê Hesabê Bibin “Samerîkî Baş”?

Caba Kitêba Pîroz

Gilî-gotina “Samerîkî Baş”, tê xebitandinê hindava merivê ku tê hewara kesê ku hewcê alîkariyê ye. Ev gilî-gotin pêşda hat ji serhatiya ku Îsa derheqa merivekî qenc gilî kir. Pê vê metelokê Îsa şirovekir, wekî merivê qenc dilşewatiyê dide kifşê hindava kesên din û bona wî firqî tune ew ji çi milet û berekî ne.

Vê gotarêda

 Ev serhatî derheqa çi ye?

Ev serhatiya Îsa derheqa merivekî Cihû bû, kîjan ku ji Orşelîmê diçû Erîhayê. Rêva qaçaxa ew talan kirin, kutan û nîvkuştî hîştin.

Vê rêra ber vî merivê birîndarra pêşiyê kahînê Cihû, paşê jî serwêrekî din yê rêlîgî derbaz dibû. Rast e ewana gişk ji miletekî bûn, lê dîsa jî qe yek ji wan nesekinî, wekî alî wî merivê belengaz bikin.

Hinekî dereng merivekî ji miletekî din vê rêra derbaz bû, ev Samerî bû (Lûqa 10:33; 17:16-18). Merivê Samerî gunê xwe wî merivê birîndar anî û birînên wî melhem kir. Paşê wî bire mêvanxanê û temamiya şevê ber wî çû hat. Roja dinê evî Samerî pere da xweyê mêvanxanê û jêra got, wekî çi ku zêde xerc be, wê bide wî (Lûqa 10:30-35).

 Bona çi Îsa ev metelok gilî kir?

Îsa ev serhatî merivekî Cihûra gilî kir, kîjan ku difikirî, wekî heval tenê ew meriv e, kîjan ku ji milet û rêlîgiya te ye. Îsa dixwest derseke ferz wî merivî hîn ke, wekî heval ne ku tenê merivê ji miletê wî ye, lê usa jî merivên ji miletên din (Lûqa 10:36, 37). Ev serhatî Kitêba Pîrozda hate nivîsarê bona kara hemûşka, yên ku dixwazin Xwedê xweş bên (2 Tîmotêyo 3:16, 17).

 Em ji vê metelokê çi dersê hîn dibin?

Ji vê serhatiyê em hîn dibin, wekî em gerekê pê şixul dilşewatiyê bidine kifşê. Merivê qenc firqiyê nake orta mileta û bereka, lê alîkariyê dide wan hemûşka, yên ku hewce ne. Ew hindava merivada usa ne, çawa ku dixwaze hindava wîda bin (Metta 7:12).

 Samerî kê bûn?

Samerî ji Cihûstanê aliyê Bakurê dijîtin. Nava wanda gelek Cihûyên netemiz hebûn. Dêmek ji zewaca Cihûya tevî miletên din pêşda hatibû.

Qirna yekê D.M.-da Sameriya rêlîgiya xwe saz kirin. Ewana tenê pênc kitêbên pêşin yên ji Nivîsarên Îbranî qebûl dikirin, lê kitêbên din înkar dikirin.

Rojên Îsada gelek Cihûya Samerî nefret dikirin, û xwe ji wana dûr digirtin (Yûhenna 4:9). Hine Cihûya xebera “Samerî” ça bêhurmetkirin didane xebatê (Yûhenna 8:48).

 Gelo ev serhatî bi rastî qewimî bû?

Kitêba Pîrozda raste-rast eyan nîne, ku ev serhatiya derheqa Samerîkî qenc bi rastî qewimî bû yan na. Gelek car Îsa hînkirinên xweda derheqa erf-edet û ciyên nas xeber dida, lema jî guhdarên wîra hêsa bû hînkirinên wî fem bikin.

Gelek tişt ji vê serhatiyê li gora îzbatiyên terîxiyê rast bûn. Mesele:

  • Dirêjaya rê ji Orşelîmê heta Erîhayê 20 kîlomêtrî zêdetir bû. Lê Orşelîm ji Erîhayê kîlomêtrekî bilindtir bû. Serhatiya Îsada ev tiştên hûr rind têne kifşê. Vê metelokêda tê gotinê, wekî meriv “ji Orşelîmê berjêrî Erîhayê” dibûn (Lûqa 10:30).

  • Kahîn û Lêwî, yên ku Erîhayêda dijîtin, timê vê rêra diçûne Orşelîmê.

  • Ser vê rê gelek car qaçaxa xwe ciyê xikî-xalîda vedişartin, hicûmî ser meriva dikirin û talan dikirin, îlahî çaxê rêvî tenê bû.