Derbazî serecemê

Gelo Nêta Jîyînê Çi ye?

Gelo Nêta Jîyînê Çi ye?

Caba Kitêba Pîroz

 Pirsên nêt-merema jîyînêva girêdayî cûre-cûre ne. Mesele ez çira dijîm? Gelo nêta jîyîna min heye? Kitêba Pîroz mera eyan dike, wekî nêta jîyînê ew e, ku dostiya nêzîk tevî Xwedê saz kin. Vira çend rastiyên ji Kitêba Pîroz hatine dayînê.

  •   Xwedê Efirandarê me ye. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Bizanibin ku Xudan e Xwedê, Ewî em xuliqandin” (Zebûr 100:3; Eyantî 4:11).

  •   Xwedê nêt daniye bona hemû efrînên xwe, usa jî bona me (Îşaya 45:18).

  •   Xwedê bi hewcên ruhanî em efirandinê, usa jî bi hewcê wê yekê, wekî nêta jîyînê bivînin (Metta 5:3). Û Ew dixwaze, wekî em wan hewcên xweye ruhanî razî kin (Zebûr 145:16).

  •   Em hewcên xweye ruhanî razî dikin, gava heleqetî û dostiya xwe tevî Xwedê qewî dikin. Hine merivara dikare bê kifşê, ku nerêalî ye tevî Xwedê dostiyê bikin. Lê Kitêba Pîroz me hêlan dike: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8; 2:23).

  •   Seva ku bibine dostê Xwedê em gerekê li gora qirara wî bijîn. Kitêba Waîz serê 12, rêza 13-da tê gotinê, wekî meriv gerekê ji Xwedê bitirse û temiyên wî emirê xweda biqedîne, çimkî ew e nêta jîyîna meriv.

  •   Zûtirekê qirara Xwedê bona însanetê wê bi temamî bê sêrî û Xwedê wê hemû kul-derdên dostên xweye amin bide hildanê, û jîyîna heta-hetayê bide wan (Zebûr 37:10, 11).