Derbazî serecemê

Qurbanbûna Îsa Ça Dikare Geleka Bikire?

Qurbanbûna Îsa Ça Dikare Geleka Bikire?

Caba Kitêba Pîroz

 Bi saya qurbanbûna Îsa, Xwedê wê însanetê ji gune û mirinê xilaz ke. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku xûna Îsa kîjan ku hate rêtinê, tê hesabê kirîn (Efesî 1:7; 1 Petrûs 1:18, 19). Ça ji giliyê Îsa tê kifşê, ew hat wekî “emirê xwe bide, ku geleka bikire” (Metta 20:28).

Çima lazim bû wekî Îsa “geleka bikire”?

 Merivê pêşin, Adem bêqisûr bû, dêmek bê gune hate efirandinê. Ew gerekê heta-hetayê bijîta, lê ewî ev mecal unda kir, çimkî gura Xwedê nekir (Destpêbûn 3:17-19). Lema jî çaxê zar wîra hatine bûyînê, gune derbazî ser wan jî bû (Romayî 5:12). Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Adem xwe û zarên xwe firote dîltiyê, dêmek dîltiya gune û mirinê (Romayî 7:14). Ji bo gunekariya xwe, zarên wî îda nikaribûn paşda vegerînin ew, çi ku Adem unda kiribû (Zebûr 49:7, 8).

 Dilê Xwedê gelek êşiya bona zuretên Adem, çimkî ewana ketibûn halekî xirab (Yûhenna 3:16). Li gora normên xweye heq, Xwedê nikaribû çevên xwe ser gunên wan dada û hema usa bibaxşanda wan, çimkî ev yek miqabilî normên wîyî heq bûya (Zebûr 89:14; Romayî 3:23-26). Lema jî ewî hîmê bi qanûnî danî, dêmek mecal da, wekî ne ku tenê gunên wan bêne baxşandinê, lê usa jî ji guna aza bin (Romayî 5:6-8). Ev hîmê qanûnî, kirîn e.

Çi tê hesabê kirîn?

 Li gora Kitêba Pîroz sê tişt dikevine nava kirînê:

  1.   Heqê ku tê dayînê seva tiştekî yan kesekî vegerînin (Jimar 3:46, 47).

  2.   Bi saya kirînê meriv azayê distînin (Derketin 21:30).

  3.   Kirîn gerekê weke qîmetê wî tiştî be, çi ku tê kirînê yan heqê çi jî tê dadanê. a

 Were em şêwir kin, ku ça ev sê tişt qurbanbûna Îsa Mesîhva girêdayî ne.

  1.   Heq. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Mesîhî “bi qîmet hatine kirînê” (1 Korintî 6:20; 7:23). Ev heq xûna Îsa ye, bi saya kîjanî ewî, “meriv ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimetê û ji her miletî kirîn bona Xwedê” (Eyantî 5:8, 9).

  2.   Azakirin. Qurbanbûna Îsa me ji guna aza dike (1 Korintî 1:30; Kolosî 1:14; Îbranî 9:15).

  3.   Weke hev. Emirê Îsayî bêqisûr ku ewî kire qurban, xût weke wê zirarê bû, çi ku Ademê bêqisûr anî (1 Korintî 15:21, 22, 45, 46). Kitêba Pîroz dibêje: “Çawa bi neguhdariya yekî [Adem] gelek bûne gunekar, usa jî bi guhdariya yekî [Îsa Mesîh] gelek wê rast bêne hesabê” (Romayî 5:19). Ji wan giliya tê kifşê, ku ça mirina merivekî bona geleka dikare bibe kirîn. Bi rastî qurbanbûna Îsa bona wan hemû meriva ye, kîjan ku aliyê xweda her tiştî dikin, seva ku ji vê qurbanbûnê karê bistînin (1 Tîmotêyo 2:5, 6).

a Xeberên Kitêba Pîroz kîjan ku têne welgerandinê ça “kirîn” têne hesabê bayê tiştekî qîmet, kîjan ku didin, seva ku tiştekî bikirin. Mesele, xebera Îbraniye berê kafar, tê hesabê dadan. Ev xeber derheqa dadana guna ye (Zebûr 65:3). Xebera kofêr jî, kîjan ku mîna xebera kafar e, tê hesabê qîmetê ku didî, seva ku tiştekî bikirî, yan jî kesekî xilaz kî (Derketin 21:30). Usa jî xebera Yûnaniye lîtron, tê welgerandinê ça “kirîn” (Metta 20:28). Nivîskarên Yûnanî ev xeber hingê didane xebatê, çaxê xeberdan diçû derheqa kirîna eskerên girtî, yan jî dîla.