Derbazî serecemê

Gelo bi Rastî Şeytan Heye?

Gelo bi Rastî Şeytan Heye?

Caba Kitêba Pîroz

 Erê, Şeytan Mîrê-cina bi rastî heye. Ev heye efrînekî ruhanî, yê ku miqabilî Xwedê rabû, û Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ew “serwêrê vê dinyayê” ye (Yûhenna 14:30; Efesî 6:11, 12). Kitêba Pîroz rastiyê derheqa Mîrê-cina eyan dike û wan sernava dide wî:

  •   Şeytan, çi ku tê hesabê “Miqabil” (Îbo 1:6).

  •   Mîrê-cina, çi ku tê hesabê “Buxdanbêj” (Eyantî 12:9).

  •   Mer, çi ku Kitêba Pîrozda tê xebitandinê ça “Fêlbaz” (2 Korintî 11:3).

  •   “Yê ku dicêribîne” (Metta 4:3).

  •   “Derewîn” (Yûhenna 8:44).

Kesê rêalî ye, ne ku hunurê xirab e

 Hine kes difikirin, wekî Mîrê-cina ev heye hunurê xirab nav merivada. Lê Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Xwedê tevî Mîrê-cina xeber dida. Xwedê bêqisûr û kamil e, lema jî nabe wekî ew tevî hunurê xweye xirab xeber da (Qanûna Ducarî 32:4; Îbo 2:1-6). Xêncî wê yekê, Mîrê-cina Îsa dicêriband, nav kîjanîda gune tune bû (Metta 4:8-10; 1 Yûhenna 3:5). Bi wê yekê Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî Mîrê-cina kesê rêalî ye, ne ku hunurê xirab e.

 Gelo ev yek ecêbmayî ye, wekî meriv bawer nakin ku Mîrê-cina bi rastî heye? Na, çimkî Kitêba Pîrozda pêşda dihate gotinê, wekî Mîrê-cina derewa dide xebatê seva ku bigihîje nêtên xwe (2 Têsalonîkî 2:9, 10). Yek ji telikên wî ev e, wekî femê meriva dade seva ku ewana bawer nekin wekî ew bi rastî heye (2 Korintî 4:4).

Nihêrandinên nerast derheqa Mîrê-cina

  Nihêrandina nerast: Lûtsîfêr yek ji sernavên Mîrê-cina ye.

 Îzbatî: Xebera Îbranî, ya ku hine welgerandinên Kitêba Pîrozda hatiye welgerandinê ça “Lûtsîfêr”, tê hesabê “yê ku dibiriqe” (Îşaya 14:12). Ji kontêkstê tê kifşê, wekî ev xeber hatiye xebitandinê hindava padşên Babîlonê, kîjana ku ji bo qurebûn û babaxiya wan, Xwedê ew nimiz kirin (Îşaya 14:4, 13-20). Kitêba Pîrozda xebera “birqok” bi cûrê qerf tê xebitandinê, gava tê gotinê derheqa axiriya robetî ya padşên Babîlonê.

Nihêrandina nerast: Mîrê-cina alî Xwedê dike, wekî Ew dîwana meriva bike.

 Îzbatî: Mîrê-cina ne ku xizmetkarê Xwedê ye, lê dijminê wî ye. Mîrê-cina miqabilî xizmetkarên Xwedê dertê û buxdana davêje ser wan (1 Petrûs 5:8; Eyantî 12:10).