Derbazî serecemê

ALÎKARÎ BONA MALBETÊ | ROLA DÊ-BAVA

Zar û Malperên Sosyalî—Para 2: Zarên Xwe Hîn kin ku bi Aqilayî Malperên Sosyalî Bidine Xebatê

Zar û Malperên Sosyalî—Para 2: Zarên Xwe Hîn kin ku bi Aqilayî Malperên Sosyalî Bidine Xebatê

 Gelek dê-bav îzinê nadine zarên xwe, wekî malperên sosyalî bidine xebatê, çimkî difikirin ku ew yek xof e. Lê hergê hûn dihêlin, wekî zarên we bidine xebatê, hûn çawa dikarin alî wan bikin, wekî bi aqilayî bidine xebatê û ziyanê nestînin?

Vê gotarêda

 Çi bona zara we diha ferz e

 Tu gerekê çi bizanibî: Meriv hêsa dikare malperên sosyalîva bê girêdanê, lema jî alî zara xwe bike wekî ew kontrol ke, hela çiqas wede ser vê yekê xerc dike.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10).

 Bifikire: Gelo zara te malperên sosyalî dide xebatê, gava gerekê razê, dersên xwe bike, yan jî tevî neferên malê wede derbaz ke? Lêkolînkar dibêjin, wekî cahil gerekê weke 9 siheta razên seva xweva xwe bistînin, lê ewên ku rojê çend siheta ser malperên sosyalî xerc dikin, dibe 7 siheta kêmtir radizên.

 Tu çi dikarî bikî? Tevî zara xwe şêwir ke ku çi diha ferz e, û çiqas kar e wekî ew wedê xwe bi aqilayî ser van malpera xerc ke. Sînor dayne, wekî mesele gava ew şev îda nav cî-nivînada ye, hacetên êlêktronîk nede xebatê. Nêta te ew e, wekî alî zara xwe bikî xwegirtinê nav xweda pêşda bîne, çi ku wê axiriyêda jî kêrî wî bê (1 Korintî 9:25).

 Sihet-qewata êmosiyalî ya zara we

 Tu gerekê çi bizanibî: Gava zar şikilên bedew, sêlfî, û usa jî vîdêoyên hevalên xwe divîne, ew dikare xwe tenê texmîn ke, dilteng be û bikeve dêprêsiyayê.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Hevsûdiyê . . . ji pêşa xwe dawşînin” (1 Petrûs 2:1).

 Bifikire: Gelo dibeke zara we ji bo malperên sosyalî xwe begem nake? Gelo ew difikire wekî gişk rind xwera hêsa dibin û wedê xwe derbaz dikin, lê jîyîna wî hewas nîne?

 Tu çi dikarî bikî? Tevî zara xwe şêwir ke ku çiqas xof û ziyan e hergê ew xwe beramberî merivên din bike. Hildin hesab wekî bona keçika ew yek hê xof e, çimkî ewana hê zêde xem dikin bona bedewbûnê û heleqetiya xwe orta meriva. Hûn dikarin usa jî şîretê bidine zara xwe, wekî ser çendekê ji malperên sosyalî hêsa be. Xortekî bi navê Cêykob dibêje: “Ez wedekî ji malpera sosyalî derketim û min ew temiz kir. Ewê yekê alî min kir wekî tiştên diha ferz daynin pêşiya xwe, him jî ser xwe û ser meriva bi nihêrandina rast binihêrim”.

 Rabûn-rûniştina zara we întêrnêtêda

 Tu gerekê çi bizanibî: Malperên sosyalîda gişk ça bêjî te divînin tu çi dikî û çi dibêjî. Lema jî ji bo vê yekê dikare nefemkirin û şer-dew pêşda bê.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bira her telayî, hêrs, berzeqî, qare-qar û kifirî-zifirî ji we dûr bin . . . hevra şîrin . . . bin” (Efesî 4:31, 32).

 Bifikire: Gelo ji bo malperên sosyalî zara we destpêkiriye geveztiyê bike, bikeve nav şer-dewa, yan jî tevî meriva sert xeber de?

 Tu çi dikarî bikî? Alî zara xwe bike wekî ew fem ke, ku gerekê ew întêrnêtêda ça xwe bigire. Kitêbek dibêje: “Nêta me dê-bava ew e, alî zara xwe bikin ku ew fem bike, wekî sertbûn qe cîkî jî necayîz e, ne gava rû bi rû tevî meriva xeber didî, ne jî întêrnêtêda” (Digital Kids).

 Bîr nekin wekî malperên sosyalî hewcetî nîne û hemû dê-bav îzinê nadine zarên xwe, ku van bidine xebatê. Hergê jî hûn îzinê didine zara xwe, wekî malperên sosyalî bide xebatê, hûn gerekê bawer bin ku ew êpêce gihîştî ye, ku dikare sînor dayne çiqas wede ser xerc ke, tevî meriva heleqetiya baş xwey ke, û bikaribe xwe ji tiştên necayîz dûr bigire.